Cenazeyê Mirsî li goristana Mirşidî ya Îxwanan hate veşartin

Îro (sêşemê) kurê serokê Misrê yê berê Mihemed Mirsî li ser rûpela xwe yê fecbookê diyar kir ku bavê wî li goristana Mirşidî ya Îxwan El-Mislimîn a li bajarekî derdora Qahîrayê hate veşartin.

Li gor Reutersê, Ehmed Mirsî wiha lê zêde kir ku veşartin bi amadebûna malbata wî ya li bajarê Nesir pêk hat û aliyên ewlehî nehîştin ku cenaze li goristana malbatê li parêzgehê ya li rojhilat pêk were.

Mirsî (68) salî bû. Di dema axaftina wî ya li rûniştina dadgehê de bi krîza dil mir.

Li aliyekî dîtir jî Cîgirê Giştî yê Misrê daxuyaniyek der barê mirinê de weşand ku di dema darizandinê de Mirsî daxwaza axaftinê kir û dadgehê hişt biaxive, lê piştî 5 deqeyan ji axaftinê jiyana xwe ji dest da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Di dema Mihemed Mirsî û hin tewanbarên dîtir di hundirê hesinê darizandinê de bûn, kete xwarê. Her wiha yekser ew rakir nexweşxaneyê, lê di dawiyê de mir."

Serdozgeriya Giştî ferman da ku kemîreyên çavdêriyê yên li hola dadgehê divê bên parastin û her wiha kesên ku bi wî re bûn, divê li axafina wan were guhdarkirin.

Piştî mirina Mirsî, rewşa awarte li welat hate ragihandin. Di heman demê de, Wezareta Hundirîn belavkirina hêzê ku parastina avahiyên zindî, dêr, hotêl û parastina saziyên girîng bên kirin, ragihand.

Lê koma Îxwan El-Mislimîn a ku hikumeta Misrê  ew xistiye lîsteya terorê, daxwaza rapora bijîşkî ku desteya navdewletî amade bike, avakirina komîteya serbixwe ya lêpirsînê û kifşkirina sedemên mirinê, kir.

Bi rêya hilbijartinên ku di 2012’an de piştî şoreşa 25’ê Çileyê li dar ketine, Mirsî çû ser desthilata Misrê, lê wezîrê parastinê Abdulfetah El-Sîsî di wê demê de piştî çalakiyên 30’yê Hizêranê, Mirsî ji desthilatê di 3’yê Tîrmehê de rakir.

(fr/kc)


Mijarên Din