Cenazeyê şehîd Amar bi merasîmekî girseyî hate veşartin

Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Emar Ebdulkerîm El-Umer ê dema bi erka ya leşkerî rabû şehîd bûbû, li goristana şehîdan a li gundê Hikûmiyê ya Reqayê hate veşartin.

Bi sedan şêniyên bajar û gundewarên Reqayê cenazeyê endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Emar Ebdulkerîm El-Umer ji nexweşxaneya Wetanî ya Reqayê wergirtin û bi kerwanekî ji dehan wesayîtên bi wêneyên şehîd û gulan hatibû xemilandin ber bi goristana şehîdan a li gundê Hikûmiyê ve bi rê ketin. Kerwanê cenaze li goristana gundê bi berzkirina dirûşmeyan ji aliyê sedan şêniyên gundên Hizêm, Hikûmiyê û gundinê derdora wê ve hat pêşwazîkirin.

Merasîm bi deqeya rêzgirtina û torana leşkerî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn destpê kir.

Paşê ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Rêzan Dêrikî,  bi navê QSD‘ê yek ji fermandaran Murad Reqa, bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan endama mecilisê Emîna El-Hec Elî û bi navê Rêveberiya Jinan a Reqayê Zelîxa Ebdî axivîn.

Kesên axivîne diyar kirin ku jiyana azad û bi rumet berhemên ked û xwîna şehîdan e, her wiha rola endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn di rizgarkirin û parastina herêmê de nîşan dan.

Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîd Amar El-Umer ji aliyê yek ji endamên Meclisa Malbatê Şehîdan Emîna Îbrahîm ve hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

hevrêyên  şehîd Amar cenazeyê wî hilgirtin û bi dirûşmeyan goristana şehîdan a gundê Hikumiyê spartin axê

(eh)

ANHA

 


Mijarên Din