Cenazeyê şehîd Ehmed bi merasîmekî girseyî li Reqayê hate veşartin

Cenazeyê endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê Ehmed El-Hisên El-Abdullah ê ku dema li ser karê xwe şehîd bibû, bi merasîmeke girseyî li goristana Şehîdan gundê Hikûmiyê hate veşartin.

Bi sedan şêniyên herêma Reqayê ji bo oxirkirina cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ehmed El-Hisên El-Abdullah li gundê Hikûmiyê kom bûn û pêşwaziya kerwanê cenazeyê şehîd bû ku ji bajarê Reqayê dihat.

Girseya welatiyan cenazeyê şehîd bi berzkirina dirûşmeyên "Şehîd namirin" derbasî goristanê kirin.

Li goristanê merasîmeke leşkerî ji aliyê endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve dest pê kir. Piştre ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê Hecî Reqa axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: "Bi saya xwîna şehîdan me serkeftin bi dest xist û herêmên xwe rizgar kirin. Heta niha jî hevalên me ji bo parastina ewlehiya herêmê fedayetiyê dikin. Em soz didin şehîdan ku em ê xeta wan bişopînin heta jiyaneke azad û bi rûmet pêk were."

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Îbrahîm El-Ecel jî axivî û got: "Bi şehadeta zarên xwe serbilind in, em soz didin ku em destkeftiyên ku bi xwîna wan hatin bidestxistin biparêzin û têkoşîna xwe dewam bikin heta azadî û aştî li welatê me pêk were."

Piştî axaftinan, nasnameya şehadetê ya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Hevalên şehîd cenaze hilgirtin ser milên xwe û di nava dirûşmeyan de spartin axê.

ANHA


Mijarên Din