Cenazeyê şehîd Ehmed Hisên bi merasîmekê li Dêrazorê hate veşartin

Şêniyên herêma Ebû Xeşeb û El-Kesra yên gundewarê Dêrazorê cenazeyê endamê Hêzên Ewlehiya Hundirîn şehîd Ehmed Hisên El-Erbat li Goristana Şehîd Xidir El-Hemade bi merasîmeke girseyî oxir kir.

Îro şêniyên herêma Ebû Xeşeb, El-Kesra û gundên girêdayî wan li gundewarê Dêrazorê, endamên Hêzên Ewlehiya Hundirîn û Meclisa Sivîl a Dêrazorê tev li merasîma oxirkirina cenazeyê endamê Hêzên Ewlehiya Hundirîn ê Dêrazorê Ehmed Hisên El-Erbat bûn. Şehîd El-Erbat di 5`ê Gulanê de dema li ser erka xwe bû şehîd bûbû.

Girseya gel cenazeyê şehîd bi kerwanekî wesayîtan di nav tilîliyên dayikan de û berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re ber bi Goristana Şehîd Xidir El-Hemade ya li herêma Ebû Xeşeb ve ket rê.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtin li gel torenek leşkerî ji hêla Hêzên Ewlehiya Hundirîn ve destpê kir.

Piştre fermendara Hêzên Ewlehiya Hundirîn Xezale Ehmed axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. Xezale rola şehîdan di parastina ewlehiya herêmê de ji êrîşên şaneyên veşartî destnîşan kir. Her wiha soz da ku dê li ser şopa şehîdan bimeşe heta tunekirina hemû xeteriyên ku ewlehiya herêmê tehdîdî dikin.

Paşê bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan endamê meclisê Beşar Şemsedîn axivî û got: "Gotin têrê nakên ku fedekariyên şehîdan wesif bike. Em soz didin şehîdan ku em ê destkeftiyên ku bi xwîna xwe bi hatine qezenckirin biparêzin."

Her wiha bi navên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê serokê şaxê partiyê ya Dêrazorê Hanî El-Îfan, Meclisa xeta Ebû Xeşeb hevserokê meclisê Casim El-Tabaş, Meclisa Zagonsaz a Dêrazorê endamê meclisê Ehmed El-Elî û Meclisa Sivîl a Dêrazorê endamê Komîteya Têkiliyan Remedan El-Elawî axaftin hatin kirin. Axaftvanan sersaxî ji malbata şehîd re xwest, berxwedan û têkoşîna şehîdan û Hêzên Ewlehiya Hundirîn ji bo parastina herêmê piştî rizgarkirina wê ji DAIŞ`ê silav kirin.

Endama Meclisa Malbatên şehîdan Wefaa Celal wesîqeya şehadetê xwend û radestî malbata wî kir.

Di dawiya merasîmê de hevalên şehîd cenazeyê hevalê xwe hildan ser milan û di nav berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re spartin axê.

(şx)

ANHA


Mijarên Din