Cenazeyê şehîd Ehmed li Til Hemîsê hat veşartin

Bi sedan welatiyên Til Hemîs û Til Birak cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Ehmed El-Abdullah ê ku di 4‘ê Nîsanê de li gundewarên Dêrazorê şehîd bibû, li Goristana Şehîdan a navçeya Til Hemîsê spartin axê.

Girseya gel cenazeyê şehîd Ehmed El-Abdullah ji pêşiya avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo wergirtin û bi kerwanekî erebeyan ku bi wêneyên şehîd hatibû xemilandin ber bi Goristana Şehîdan a navçeya Til Hemîsê ve birin.

Li goristanê ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê merasîma leşkerî ji aliyê şervanên Erka Xweparastinê ve pêk hat.

Paşê endama Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Birak Weed El-Ilêwî helbesteke li ser şehîdan xwend.

Ji fermandarên Hêzên Erka Xweparstinê, Salim Îbrahîm axivî û soza şopandina rêya şehîdan da û got: "Ev xaka bi xwîna şehîdên me yên qehreman hatiye avdan, me rêxistina herî xeternak a ku cîhan jê ditirsiya têk birin."

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Til Hemîsê Mihemed Xilêwî  jî axivî hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anî û soza şopandina rêya wan dûbare kir.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Hemîsê Ehemed El-Ebawî nasnameya şehîd xwend û radestî malbata wî kir.

Cenazayê şehîd di nava dirûşmeyên "Şehîd namirin" spartin axê.

ANHA


Mijarên Din