Cenazeyê şehîd El-Umer li Şedadê hate veşartin

Cenazeyê şehîdê Hêzên Xweparastinê Îd El-Umer bi merasîmekê girseyî li goristana Şehîdan a navçeya Şedadê hate veşartin.

Bi sedan şêniyên navçeya Şedadê ya kantona Hesekê cenazeyê şehîdê Hêzên Xweparastinê Îd El-Umer ê ku li ser erka xwe şehîd bibû, ji ber avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi kerwanekî ji dehan erebeyan pêk dihat ber bi goristana şehîdan ve ketin rê.

Merasîm bi deqeya rêzgirtin û torana leşkerî dest pê kir.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê Necim El-Nicûm sersaxî ji malbata şehîd re xwest û anî ziman ku bi şehîd ên yekem û yên dawî ne ku di azadiya gelan de xwedî rol in û bi xwedîderketina li şehîdan û şopandina xeta wan dê herêmê ji dagirker û çeteyên wê rizgar bibin.

Endama Rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê Zehra El-Ehmed nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Piştre nimêj li ser cenaze hate kirin û di nava diruşmeyan de hate veşartin.

ANHA


Mijarên Din