Cenazeyê şehîdê enternasyonalîst Hîwa, derbasî Başûrê Kurdistanê bû

Bi hezaran şêniyên herêma Dêikê û Girkê Legê cenazeyê şehîd Giovanni Esperte (Hîwa  Basko) yê ji Îtalyayê di deriê Sêmalka re derbasî Başûrê Kurdistanê kir da ku ji wir jî ber bi cihê jidayikbûna wî ve were oxirkirin.

QAMIŞLO

Şêniyên Dêrik û Girkê Legê kom bûn û berê xwe da Nexweşxanya Şehîd Hogir a Dêrikê da ku beşdarî merasîma şehîd Giovanni Esperte (Hîwa  Basko) yê ji Îtalyayê bibin ku di encama qezayeke trafîkê de li bajarê Dêrikê şehîd bûbû. Şêniyan cenaze wergirt û bi karwanekî erebeyan berê xwe da deriyê Sêmalka.

Dema karwanê cenaze di herêma Koçeratan re derbas bû, şêniyan b tilîlî û dirûşmeyên silavkirina berxwedana şehîdan, cenazeyê şehîd pêşwazî kir. Dema cenazeyê şehîd gihîşt deriyê Sêmalka, şervanên YPG`ê û YPJ`ê toraneke leşkerî li dar xist. Paşê ji fermandarên hêzên enternasyonalîst Egîd Têkoşer axivî û wiha got: "Şehîd Hîwa ji cihekî dûr hat û beşdarî şoreşa Rojava bû da ku parastina nirxên mirovahiyê li dijî komên terorê bike."

Egîd Têkoşer wiha dewam kir: "Em wek hêzên enternasyonalîst soz didin şehîd Hîwa ku em ê li ser rêya wî bimeşin û xeyalên wî pêk bînin."

Her wiha ji fermandarên YPG`ê yê Dêrikê Hawar Dêrik jî axivî û wiha got: "Ne ji şehîdan bûya, em nedigihîştin vê merheleya dîrokî ya jiyana hevbeş û biratiya gelan.”

Dêrik wiha dewam kir: "Em soz didin şehîdên xwe û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku em ê parastina wan bikin û li ser rêya şehîdan bimeşin."

Her wiha endamê rêveberiya TEV-DEM`ê Dilêr Rojhilat di merasîmê de axivî û wiha got: "Şoreşa Rojava ku gel kirin yek, vê yekê jî hişt ku enternasyonalîst beşdarî şoreşa Rojava bibin û parastina berhem û têkoşîna biratiya gelan bikin."

Piştî axaftin bi dawî bûn, nasnameya şehîd Hîwa Basko ji aliyê hevalên wî yên enternasyonalîst ve hate xwendin û radestî hevalên wî hate kirin.

Şêniyan xatirê dawî ji şehîd Hîwa Basko xwest û di deriyê Sêmalka re derbasî Başûrê Kurdistanê hate kirin. Tê payîn ku cenazeyê şehîd li wir derbasî Italyayê bê kirin.

(jo)

ANHA


Mijarên Din