​​​​​​​Cenazeyê şehîd Erka Xweparstinê Mahir El-Ezbe hat veşartin

Cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastin Mahir Ebas El-Ezbe yê duh di bombebarana dewleta Tirk a dagirker a li ser Qamişloyê de şehîd bû, bi merasîmeke girseyî li Til Koçerê hat veşartin.

Bi sedan şêniyan cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastin Mahir Ebas El-Ezbe yê duh di bombebarana dewleta Tirk a dagirker a li ser Qamişloyê de şehîd bû, bi merasîmeke girseyî li Goristana Şehîd Iqab El-Eswed a navçeya Til Koçerê spartin axê.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin û toraneke leşkerî ji aliyê Hêzên Erka Xweparastinê ve dest pê kir. Piştre ji fermandarên QSD'ê Mihyedîn Xêrkê axivî û got: "Li vir li Til Koçer bi hezaran şehîd di oxia azadiya welat de hatin dayîn. Ev herêm hîna jî ji bo parastinê ciwanan dide. Ji destpêka şoreşê ve tevahî pêkhateyên Til Koçerê ji bo rizgarkirina ji komên çete yên ku bi navên cuda êriş kirin da ku ewlehiya herêmê têk bibin, tê dikoşin."

Hevseorkê Meclisa navçeya Til Koçerê Newaf Xedan jî anî ziman ku hikumeta Tirk bi armanca têkbirina ewlehiya herêmê û belavkirina tirsê di nav şêniyên wê de êriş dike.

Newaf Xedan got ew ê li ber xwe bidin û têkoşîna ji bo rûmeta welatê xwe berdewam bikin.

Piştre nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Cenazeyê şehîd di nav diruşmeyan de li Goristana Şehîd Iqab El-Eswed hat veşartin.

ANHA


Mijarên Din