Cenazeyê şehîd Hisên bi merasîmeke girseyî hate veşartin

Cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Hisên Temo yê 4‘ê Tîrmehê dema erka xwe pêk di anî şehîd bibû bi merasîmekê li Goristana Şehîd Delîl Saroxan ve hate veşartin.

Bi sedan şêniyan bajarê Qamişlo cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Hisên Temo ji pêşiya navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a li taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo wergertin û birin Goristana Şehîd Delîl Saroxan.

Li goristanê merasîm bi deqeya rêzgirtina leşkerî  ya ji aliyê şervanên Meclisa Leşkerî ya Qamişlo ve dest pê kir. Paşê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Îdan El-Efînî sersaxî ji malbata şehîd re xwest û anî ziman ku dê li ser xeta şehîdan bimeşin heta armancên wan pêk bînin.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Qamişlo Dilbirîn Ferho axivî û ev tişt got: "Wekî hêzên leşkerî em ji dayikên rûndikan dibarînin re dibêjin hûn ji bo me giranbiha ne. Ji roja em hatine dunyayê şehadet, berxwedan û têkoşîn li ser eniya me hatiye nivisandin. Ji bo azadî û jiyaneke bi rûmet em şer dikin. Em zarokên şehîdan in û em ê xeta şehîdên xwe bidomînin."

Ferho bal kişand ser hin sîfetên şehîd Hisên û got: "Hisên kesayeteke welatprêz bû, li ser fikir û felsefeya Rêber Ocalan dimeşiya, ti carî neditirsiya û heta dawiyê erka xwe pêk anî."

Keça şehîd Hisên, Dîlar Hisên di merasîmê bavê xwe de axivî û anî ziman ku ew bi şehadeta bavê xwe serbilind e û got: "Em ê heta dawî li ser xeta wî bimeşin, ez û herdu birayên xwe soz didin ku dest ji xeta ku bavê me ji me re xêz kiriye bernedin."

Piştî axaftinan, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Revîn Şêxo nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir. Cenazeyê şehîd Hisên di nava dirûşmeyan û tilîliyên dayikan li goristana Şehîd Delîl Saroxan ve hate veşartin.

Merasîmê sersaxiyê dê sibe saet 10:30‘an li ber Goristana Şehîd Delîl Saroxan were lidarxistin.

ANHA


Mijarên Din