Cenazeyê şehîd Kawa li Kobanê hate veşartin

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê cenazeyê şervanê QSD‘ê Edhem Bozan (Kawa Girê Spî) yê di çarçoveya Berxwedana Rûmetê ya li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wêde  şehîd bibû, li Goristana Şehîd Dîcle spartin axê.

Merasîm li goristanê bi deqeya rêzgirtin a bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê destpê kir. Piştre endamê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Şervan Muslim axivî. Muslim sersaxî ji malbata şehîd re xwest, got: "Em îro sînorê mirovaniya bi xwîna van şehîdan xêz dikin. Şehîd rêya civakê ya ber azadiyê ve ronî dike. Divê em xwedî li şehîdan derkevin û armancên wan pêk bînin."

Endama Koordînasyona Kongreya Star Almaz Romî jî axivî banga şopandina rêya şehîdan kir.

Bi navê malbata şehîd Kawa axaftin hate kirin, soza şopandina rêya şehîd hate dayîn. Her wiha hate got: "Heger dijmin xwedî çêkên giran be, em jî xwedî îradeyeke xurt in ku ji tiştekî natirsin."

Nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Girse cenazeyê şehîd di nava dirûşmeyên "Şehîd namirin" spartin axê.

ANHA


Mijarên Din