Cenazeyê şehîd Lewend bi merasîmekî girseyî hate veşartin

Cenazeyê şervanê YPG‘ê Lewend Elîko bi merasîmekê bi heybet li Goristana Şehîd Rustem Cûdî a gundê Berkevirê hate veşartin.

Bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê cenazayê şervanê QSD‘ê Lewend Elîko (Ciwan Kurdo) yê ku di Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tinekirina Terorê de şehdîd bibû ji navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê wergirtin û bi kerwanekî berê xwe dane Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê.

Li goristanê ji aliyê şervanên YPG û YPJ‘ê merasîma leşkerî pêk hat. Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Xetîb sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: "Em serkeftinên li dijî QSD‘ê pîroz dikin, bi saya şehîdên mîna Lewend û hevalên wî em îro bi aramî û aştî li ser xaka xwe dijîn. Van şehîdan tarîtiya çeteyan rakirin û hezkirin û aştî di nav gel de ava kirin."

Paşê bi navê Hêzên Leşkerî, fermandar Rûbar Dêrik axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da.

Nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Girseya gel cenazeyê şehîd di nava dirûşmeyên "Şehîd Namirin" spartin axê.

ANHA


Mijarên Din