Cenazeyê şehîd Mahsûm Pamay li Cizîrê hate veşartin

Girtiyê bi navê Mahsûm Pamay ku li Girtîgeha Xarpêtê dima, li dijî tecrîda li ser Ocalan bi çalakiyeke fedayî dawî li jiyana xwe anîbû. Cenazeyê Mahsûm Pamay li Cizîrê di nav dorpêçeke giran a polîsan de hate veşartin.

Cenazeyê Mahsûm Pamay ê 22 salî ku li Girtîgeha Xarpêtê ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya fedayî kir, li navçeya Cizîr a Şirnexê hate veşartin.

Cenazeyê Pamay şevê din ji aliyê parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr û malbataêve hate wergirtin û vê sibehê anîn bajêr. Dema ku cenazeyê Pamay hate bajêr, li têketina bajêr û Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê hêzên dewleta Tirk, bajar dorpêç kir.

Polîsan nexweşxane dorpêç kir û ji girseya ku cenaze wergire ku parlamenterên HDP’ê Hasan Ozguneş û Huseyîn Kaçmaz jî di nav de bûn re got eger girse dernekeve derveyî nexweşxaneyê dê cenaze ji nexweşxaneyê neyê dayîn. Li ser vê HDP’yiyan ji bo ku malbata Pamay di zorê de nemîne ji nexweşxaneyê derketin. Piştre cenazeyê Pamay ji morga nexweşxaneyê hate wergirtin.

Malbata Pamay cenaze anî Goristana Asrî ya Cizîrê. Polîsan dora goristanê jî dorpêç kir û destûr neda ku ji xeynî endamên malbatê kesek beşdarî cenazeyê Pamay bibe.

Xizmên Pamay ku destûr nedan beşdarî cenaze bibin, bi gotina “Zarokên we jî nînin ma? Dilê me diêşe. Ma ev e biratî? Edalet ev e?'' nerazîbûn nîşan da. Piştre cenazeyê Pamay li goristanê hate veşartin.

Ji 20'ê Sibatê ve 7 jê girtiyên siyasî, 8 kes di çalakiyên li dijî tecrîdê de şehîd bûn. Dewleta Tirk dest li ser cenazeyên girtiyên siyasî danî, tenê hişt ku ji malbatê çend kes tev li merasîmên cenazeyan bibin.


Mijarên Din