Cenazeyê şehîdê QSD‘ê Debas li Dêrazorê hate veşartin

Cenazeyê şervanê QSD‘ê Debas Abdullah El-Xencer (Mahir) bi merasîmeke girseyê li goristana Şehîd Xidir El-Hemada hate veşartin. Di merasîmê de nasnameyên 11 şehîdan hatin eşkerekirin.

Şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Debas Abdullah El-Xencer (Mahir) 4‘ê Tîrmehê dema erka xwe ya leşkerî li gundewarên rojavayê Dêrazorê pêk dianî şehîd bû. Cenazeyê şehîd Debas îro bi merasîmeke girêsdeyî ji aliyê sedan kesî ve li goristana Şehîd Xidir El-Hemada a gundewarê Dêrazorê hat veşartin.

Merasîm bi deqeya rêzgirtin û torana leşker ya şervanên QSD‘ê dest pê kir. Paşê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Xeldûn Fethî El-Xalid, endamê Meclisa Ebû Xeşeb Casim El-Tebaş, Meclisa Jinan Zehra Taya û  bi navê Meclia Sivîl a Dêrazorê Xazî Ebdulrehman axivîn.

Qisekaran sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û rola şehîdan a parastina nirxên gelan û tinekirina terorê destnîşan kirin. Kesên axivîn soz dan ku ew ê li ser şopan şehîdan bimeşin heta tevahî xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji dagirkeran rizgar bikin.

Piştî axaftinan nasnameya şehîd Debas Abdullah El-Xencer hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin. Meclisa Mablatên Şehîdan nasnameyên 11 şervanên di demên berê de di pêngava tinekirina terorê li gundewarên Dêrazorê şehîd bibûn, eşkere kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd Debas di nav dirûşme û tilîliyên dayikan hat veşartin.

ANHA


Mijarên Din