Cenazeyê şehîdê QSD‘ê Feysel li Girê Spî hate veşartin

Cenazeyê şervanê QSD‘ê Feysel Ewad (Salih Ewad) ê ku li navçeya Eyn Îsayê dema li ser erka xwe bû şehîd bibû bi merasîmekê hate veşartin.

Bi sedan şêniyên kantona Girê Spî cenazeyê şervanê QSD‘ê Feysel Ewad (Salih Ewad) ê ku di 25‘ê Gulanê de li navçeya Eyn Îsayê şehîd bibû ji nexweşxaneya leşkerî wergirtin û ber bi goristana Şehîd Mehmûd Tamê ya li gundê Tenhozayê ve bi rê ketin.

Li goristanê merasîma leşkerî ya ji aliyê şervanên QSD‘ê ve hat lidarxistin.

Paşê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Necah Mihemed û fermandarên QSD‘ê Erdal Girê Spî axivîn, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û rola şehîdan a rizarkirina gelan ji zulm û koletiyê destnîşan kirin.

Kesên axivîn soza parastina destkeftiyên şehîdan dan.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Sûzan Bercis nasnameya şehîd xwend û radestî malbata wî kir.

Şervanan cenazeyê şehîd di nava dirûşme û tilîliyên dayikan spartin axê.

ANHA 

 

 


Mijarên Din