Cenazeyê şehîdê QSD‘ê Hisên bi merasîmekê hat veşartin

Cenazeyê şervanê QSD‘ê Hisên El-Hisên (Sûrî) yê ku 9‘ê Nîsanê di encama teqîna li bajarê Reqayê de şehîd bibû, li goristana Şehîdan a Reqayê hate veşartin.

Şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Hisên El-Hisên (Sûrî) tevî 9 sivîlên din di encamê teqîna 9‘ê Nîsanê ya li bajarê Reqayê de şehîd bibûn.

Bi sedan şêniyên bajar û gundewarên Reqayê bi armanca oxirkirina cenazeyê şehîd Hisên li çerxerêya Firûsiyê ya bajêr kom bûn. Piştî ku cenaze ji wir wergirtin bi kerwanekî wesayîtan ku bi wêneyên şehîd Hisên û alên QSD‘ê hatibû xemiladin ber bi goristana Şehîdan a li gundê Hikûmiyê ve bi rê ketin.

Li goristanê, merasîm bi deqeya rêzgirtina leşker ya ji aliyê şervanên QSD‘ê ve dest pê kir.  Paşê ji şervanên QSD‘ê Mihemed El-Îsmaîl axivî û wiha got: "Em bejna xwe li hemberî şehîdên azadiya gelan ditewînin, ne ji wan baya serkeftina me ya li dijî terorê pêk nedihat. Em şehîdên xwe ti carî ji bîr nakin, em soz didin ku em ê xeta wan bişopînîn heta armancên wan pêk bînin."

Di berdewama merasîmê de, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Fîras El-Muşrif axivî, sersaxî ji malbata şehîd Hisên û malbatên hemû kesên ku di teqînê de şehîd bûne xwest û diyar kir ku şaneyên veşartî yên DAIŞ û hevkarên dagirkeriya Tirkiyê dixwazin aramiya herêmên ku bi xwîna şehîdan rizgar bûne xirab bikin.

Fîras, soz da ku ew ê destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin biparêzin û li hemberî xêrnexwazên welat bisekinin.

Piştî axaftinan, nasnameya şehadetê ya şehîd Hisên El-Hisên hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Cenazeyê şehîd Hisên li goristana Şehîdan a gundê Hikûmiyê hate veşartin.

ANHA


Mijarên Din