Cenazeyê şehîdê QSD‘ê Mahîr Tebqa bi merasîmekê hate veşartin

Cenazeyê şervanê QSD‘ê Mahîr Seyid El-Şerad (Mahîr Tebqa) yê di encama nexweşiyê de şehîd bibû, bi merasîmeke girseyî ji Goristana Şehîdan a Tebqayê hate veşartin.

Bi sedan welatiyên herêma Tebqayê cenazeyê şervanê QSD‘ê Mahîr Seyid El-Şerad (Mahîr Tebqa) yê di encama nexweşiyê de şehîd bibû ji nexweşxaneya Wetenî ya Tebqayê wergirtin û bi kerwanekî ber bi Goristana Şehîdan a Tebqayê ve ketin.

Li goristanê şêniyan ji bo bîranîna şehîdên azadiyê deqeyeke rêz girtin, di heman demê de ve merasîmeke leşkerî ji aliyê şervanan pêk hat. Piştre Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Ebdulkerîm El-Îbrahîm axivî û anî ziman ku ew şopdarên xeta şehîdan bin heta armancên şehîdan bi cih bînin.

Ji fermandarên QSD‘ê Omîd Gabar û Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Tebqayê Hamid El-Ferec axivîn. Di axaftinan de şehîdên têkoşîna azadiyê hatin bibîranîn û hate gotin, şehîd Mahîr tevî nexweşiya xwe erka xwe bê westandin pêk di anî heta gihişt şehadetê.

Kesên axivîn gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û soza şopandina rêya şehîdan dan.

Piştî axaftinan nasnameya şehîd ji aliyê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ebdulqadir El-Nafia ve hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Piştre şêniyan nimêj li ser cenaze kirin û di nava dirûşmeyan de spartin axê.

ANHA

 


Mijarên Din