​​​​​​​Cenazeyê şehîd Riyad Giûd li Tirbespiyê hate veşartin

Şervanê Hêzên Erka Xweparastina Riyad Giûd ê dema erka xwe ya leşkerî bi cih dianî şehîd bibû li goristana Şehîd Dilşêr a li gundê Dugrê yê navçeya Tirbespiyê hate veşartin.

Ji ber tedbîrên rêgirtina li ber belavbûna Koronavîrusê, merasîma girseyî pêk nehat.

Endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Zekî Îbrahîm axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: "Bi saya keda şehîdan, me teror têk bir û herêmên xwe parast."

Îbrahîm soza şopandina rêya şehîdan û têkoşîna avakirina civakeke azad û demokratîk da.

Piştre nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.ç

Bi lilîliyên dayîkan û dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re, cenazeyê şehîd spartin axê.

(rm)

ANHA


Mijarên Din