Cenazeyê şehîd Salar Mîrza bi merasîmekê hate veşartin

Bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê bi merasîmek girseyî cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk Salar Mîrza oxir kir.

Şêniyan cenazeyê şehîdê QSD‘ê Salar Mîrza (Salar Erdal) ji navenda Meclisa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi kerwanekî ber bi Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê ve bi rê ket.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre hevserokê Meclisa Malbatan Şehîdan Mihemed Xetîb axivî û got: "Bi saya fedekariyên şehîdan mîna şehîd Salar me ev destkeftî bidest xistin."

Ji aliyê xwe ve fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk Umran Orkêş axivî û got: "Şehîd Salar ji destpêka aloziyê ve cihê xwe di eniyan de girt. Tev li hemû pêngavên Hêzên Sûriya Demokratîk bû. heta rizgarkirina tevahiya axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê."

Umran Orkêş soz şopandina rêya şehîdan heya pêkanîna armancên ku ji bo wan şehîd ketine da.

Piştî bidawîbûna axaftinan endama Meclisa Malbatên Şehîdan Armanc Hesen wesîqeya şehadeta şehîd xwend û radestî malbatê kir. Ji aliyê xwe ve malbata şehîd soza şopandina rêya şehîdan da.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê şehîd di nav berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re veşart.

(şx)

ANHA


Mijarên Din