Cenazeyê şehîd Îsmaîl li Kobanê hate veşartin

Şêniyên kantona Kobanê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Îsmaîl Cuma li goristana Şehîd Dîcle spart axê.

Şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Îsamîl Cuma yê li gundê Qizelî yê Girê Spî dema êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dibersivand şehîd bû, îro bi merasîmekî girseyî li goristana Şehîd Dîcle ya bajarê Kobanê hate veşartin.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Bi navê Meclisa Mablatên Şehîdan Ebdulrehman Dumer axivî û sersaxî ji malbat û hevalên şehîd re xwest. Ebdulrehman anî ziman ku berdewama berxwedan û têkoşînê bersiva herî xurt ji dagirkeran e. Her wiha soza şopandina rêya şehîdan da.

Endama rêveber a meclisa navçeya Şêranê Lutfiya Mihemed jî axivî û ev tişt anî ziman: "Çiqasî em qala lehengiya şehîdan bikin em nikarin mafên wan bidin, lê em dikarin bi şehîdên xwe re wefedar bin û destkeftiyên wan biparêzin."

Piştî axaftinan nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd di nava dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re li goristana Şehîd Dîcle hate veşartin.

ANHA


Mijarên Din