Cenazeyê şehîd Xelîl li Minbicê hat veşartin

Cenazeyê şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Xelîl El-Tofan ê di encama krîza dil de şehîd bû li Goristana Şehîdan a Minbicê hate veşartin.

Şêniyên bajar û gundewarên Minbicê cenazeyê şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Xelîl El-Tofan ê di 22‘yî Gulanê de di encama krîza dil de şehî bibû ji nexweşxaneya Firat a bajêr wergirtin û ber bi Goristana Şehîdan ve ketin rê.

Li Goristanê piştî merasîma leşkşerî ya şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê axaftin hatin kirin.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Seîd Qubê seraxî ji malbata şehîd re xwest û got: "Em soz didin şehîdên xwe yên leheng ku em ê vî welatî yê bi xwîna wan hatiye rizgarkirin biparêzin û li hemberî kesên hewl didin destkeftiyên şehîdan têk bibin, bisekinin."

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Hesna El-Dahir jî anî ziman ku ewlehiya herêmê berhemê keda şehîdan e.

Di berdewama merasîmê de Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gudewarên wê Mihemed Xêr Şêxo jî sersaxî ji malbat û hevalên şehîd re xwest û şehîdên azadiyê bi bîr anîn.

Piştî axaftinan nasnameya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Di dawiya merasîm de cenazeyê şehîd di nav dirûşmeyan de hate veşartin.

ANHA


Mijarên Din