Cenazeyê şehîdê YPG‘ê Diyar li Kobanê hat veşartin

Şêniyên kantona Kobanê cenazeya şervanê YPG` Diyar Xelîl bi merasîmekê li goristana Şehîd Dicle spartin axê.

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê cenazeyê şervanê YPG`ê Diyar Xelîl (Diyar) ê ku dema erka xwe ya leşkerî pêk di anî şehîd bibû bi merasîmekê li goristana şehîd Dicle spartin axê.

Merasîm bi deqeyekê rêzgirtin destpê kir, paşê Hevserokê Desteya Xweparastin Ismet Şêx Hesen sersaxî ji malbata şehîd re xwest û wiha got :" Şehîd Diyar soza ku bi gelê xwe re dabû  pêk anî, em jî weke gel hebûn û tinebûna me şehîdên me ne, bi nirx û xwîna van şehîdan em gihêştin vê astê, em weke şervanên Erka Xweparastin em soza xwe nû dikin ku em ê hertim li ser doza van şehîdan bin û tekoşîna xwe xurtir bikin û ala wan bilind bikin."

Paşê  ji Fermandarên  Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Sîpan Agirî got: "Ev şoreş bi ciwana dest pê kir û wê bi ciwana jî serbikeve, mînaka me herî mezin ew e ku şehîd Diyar canê xwe ji bo gel da, şehîd Diyar hevalekî pir bi moral bû, em ê  bi saya van şehîdan bi serbikevin û her tim şopdarê rêya kesên  weke heval Diyar bin."

Her wiha cîgirê hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Ferhan Kobanê axivî û got: "Em bi saya xwîna van pekrewanan li ser vê axê dijîn, van pekrewanan ji bo parastina rûmeta gel têkoşiyan, li hemberî komên çete şer kirin."

Paşê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Şêniyan cenazeyê şehîd bi i tililiyên dayikan û siloganên "Şehîd namirin" spartin axê.

(hk/sn)

 ANHA


Mijarên Din