Cenazeyê şehîdê YPG'ê Omer Şêxo li Hesekê hate veşartin

Cenazeyê şervanê YPG'ê Omer Şêxo yê ku di encama nexweşiyekê de şehîd bibû, bi merasîmekê girseyî li goristina Şehîd Dijwar hate veşartin. Di merasîmê de nasnameyên du şehîdan hatin ragihandin.

Bi tevlêbûna bi hezaran şêniyan cenazeyê şervanê YPG'ê Omer Şêxo yê ku 5'ê Tîrmehê  di encama nexweşiyekê de li bajarê Hesekê şehîd bibû, bi merasîmekî li goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê yê bajarê Hesekê hate veşartin.

Merasîm bi deqeya rêzgirtin û tûrana leşkerî ya şeranên YPG, YPJ û QSD'ê dest pê kir.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Sultana Ehmed sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina xeta şehîdan dûbare kir.

Di merasîmê de hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Eyşe Hiso jî axivî, hemû cangoriyên azadiyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi bîranî û got: "Divê em wefedarê keda şehîdan bin, em li hemberî dewleta Tirk a dagirker bisekinin a ku hewl dide destkeftiyên gel û şehîdên me têk bibin."

Her wiha anî ziman ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevî hemû sûc û binpêkirinên dagirekriya Tirk di xeta têkoşîn û berxwedanê de berdewam in û got: "Bi vê îradeyê em ê Sûriyeke azad û demorkatîk ji bo hemû pêkhateyên wê ava bikin ."

Meclisa Malbatên Şehîdan şehadeta şervanê QSD'ê Emar Osman (Birusk) û gerîlayê HPG'ê Rustem Cûdî ragihand.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed nasnameyên şehîdan xwend û radestî malbatên wan kirin.

Piştre cenazeyê şehîd Omer Şêxo di nava diruşme û tilîliyên dayikan hate veşartin.

ANHA


Mijarên Din