Cenazeyê şehîd Ziryan Cûdî ber bi Başûrê Kurdistanê ve hate şandin

Bi sedan şêniyên Dêrik û Girkê Legê cenazeyê şervana bi navê Ziryan Cûdî bi rêya dergeha  Sêmalka ber bi Başûrê Kurdistanê ve oxir kir.

Îro bi sedan şêniyên bajarên Dêrikê, Girkê Legê û bi dehan şervanên YPJ/YPG`ê û hêzên Ewlehiya Hundirîn cenazeyê şehîd Rojana Şiwanî (Ziryan Cûdî) ku beriya çend mehan li navçeya Til Temir di encama qezayeke trafîkê de şehîd bûbû, bi rêya deriyê Sêmalka derbasî Başûrê Kurdistanê kir. Şandina cenazeyê şehîd Ziryan li ser xwesteka malbatê ber bi Başûrê Kurdistanê ve hat şandin. Cenazeyê şehîd Ziryan dê li cihê jidayikbûna wê Kerkûkê were definkirin.

Li deriyê Sêmalkayê toraneke leşkerî ji aliyê şervanên YPJ/YPG`ê ve hat lidarxistin.

Paşê ji fermandarên YPJ`ê Nûcan Xêrikî axivî û sersaxî ji malbata şehîd, hemû malbatên şehîdan û tevahî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê re xwest. Nûcan soza şopandina rêya şehîdan û parastina destkeftiyên ku bi saya têkoşîna şehîdan hatine bidestxistin, da.

Paşê wesîqeta şehadetê radestî malbata wê hat kirin. Di dawiyê de şêniyan cenazeyê şehîd Ziryan Cûdî ber bi Başûrê Kurdistanê ve şandin.

Cenazeya şehîd Ziryan Cûdî dê li cihê jidayikbûna wê Kerkûkê were definkirin.

(bx)

ANHA 


Mijarên Din