Cenazeyê şervanê enternasyonalîst Têkoşer Piling ber bi Başûr ve hate oxirkirin

Bi hezaran şêniyên herêma Dêrikê û navçeya Girkê Legê cenazeyê şervanê enternasyonalîst Lorenzo Orste (Têkoşer Piling) ku welatiyê Îtalyayê ye, ber bi Başûrê Kurdistanê ve bi rêya Dergeha Sêmalka oxir kir da ku cenaze bigihînin cihê jidayîkbûna şehîd. 

Bi hezaran şêniyên Dêrik û navçeya Girkê Legê li ber Nexweşxaneya Şehîd Hogir a Dêrikê kom bûn da ku beşdarî merasîma oxirkirina şervanê enternasyonalîst Lorenzo Orste (Têkoşer Piling) ê welatiyê Îtalyayê bibin.

Hevrêyên şehîd cenaze wergirt û bi karwanekî ku ji sedan erebeyan pêk tê, ber bi Dergeha Sêmalka ve çûn.

Li Dergeha Sêmalkayê merasîm bi toreneke leşkerî ya YPG û hêzên enternasyonalîst dest pê kir, paşê li ser navê hêzên enternasyonalîst ku girêdayî YPG`ê ne, Egîd Colyan axivî û sersaxî ji malbata şehîd û gelê Îtalyayê re xwest, her wiha soza şopandina rêya şehîdan heta serkeftinê da.

Colyan wiha axaftina xwe domand: "Şehîd Piling beşdarî Pêngava Kobanê, Berxwedana Serdemê, pêngava Bagera Cizîrê û Şerê Baxozê bû. Di parastina nirxên şoreşê û destkeftiyên ku bi saya şehîdan hatine bidestxistin, tu carî dudilî nedikir."

Egîd Colyan wiha dawî li axaftina xwe anî: "Şehîd Têkoşer Pilig fikr û felsefeya rêber Apo xwend û da ku parastina gelên bindest bike, beşdarî şoreşa Rojava bû."

Her wiha ji fermandarên YPG`ê li Dêrikê ,Hawar Dêrik axivî û sersaxî ji malbata şehîd Têkoşer Piling re, her wiha ji hemû hevrêyên şehîd ên di nava hêzên enternasyonalîst de xwest û wiha got: "Heke ne ji şehîdan bûya, em nedigihaştin vê qonaxa dîrokî, ji ber ku şehîdên me yekitiya gelên li ser xaka Rojava li ser bingeha jiyana hevbeş û aştiyane çêkir.”

Piştî bidawîbûna axaftinan nameya şehîd Têkoşer Piling ji aliyê hevrêyên şehîd ve hat xwendin.

Nameya şehîd Têkoşer Piling

“Dema ku hûn nameya min bixwînin, wê demê min ê ji vê cîhanê koç kiribe, tu carî ji bo min xemgîn nebin, ez bi vê yekê bawer im… Ez ê tu carî poşman nabim, hemû tiştên ku ez pê bi fikar bûm, rast derketin û dema ku ew rastî hemû pêk hatin, ez di ber kesên bindest û mafên wan ên ji wan hatine standin de şehîd ketime.

Heta ku koçkirina min zû be jî, hê jî ez ê bi serkeftina xwe bawer bim. Hêviya serkeftineke mezintir ji we re dikim û bendewarê biryara we me ku ji bo nifşên pêşerojê canê xwe bikin qurban. Ji ber ku tekane rêya veguhartina cîhanê, bi vî awayî ye." 

Piştre wesîqeta şehîd ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve hat xwendin û radestî hevrêyên şehîd hate kirin û merasîm bi dawî bû.

Piştî bidawîbûna merasîmê gel cenazeyê şehîd ber bi Başûrê Kurdistanê ve oxir kir û tê payîn ji Başûr ber bi cihê jidayîkbûna şehîd anku Îtalyayê ve were oxirkirin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din