Cenazeyê şervanê QSD‘ê Mihemed El-Hesen bi merasîmekê hate veşartin

Şêniyên Dêrazorê cenazeyê şervanê QSD‘ê Mihemed Hesen El-Hesen bi merasîmekê li goristana Şehîd Hanî El-Hesen spartin axê.

Bi sedan şêniyên gundewarê rojhilatê Dêrazorê cenazeyê şervanê QSD‘ê Mihemed Hesen El-Hesen (Cûdî) yên di 19‘ê Tîrmehê de dema erka xwe pêk di anî şehîd bibû, bi merasîmeke girseyî li goristana Şehîd Hanî El-Hesen spartin axê.

Piştî merasîma leşkerî, bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Hatim El-Kihêlat û bi navê QSD‘ê fermanar Mûsa El-Hisê axivîn. Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwest û rola şehîdan a rizgarkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ‘ê û afirandineke jiyaneke bi ewle û azad destnîşan kirin.

Qisekaran soz dan û ew ê xeta şehîdan bişopînin.

Piştî axaftinan nasnameya şehîda Mihemed El- Hesen hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin. Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameya 13 şervanên QSD û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên di pêngavên rizgarkirina herêmê de şehîd bûne eşkere kirin û radestî malbatên wan kirin. Nasnameyên şehîdan ev: "Mihemed El-Mihel, Sedam El-Salim, Elî El-Mendîl, Samir El-Fendî, Elî El-Letîf, Umer Ehmed, Selahedîm El-Hisên, Elî El-Xilêf, Mûîn El-Bermûd, Ebdulhemîd El-Fehîman, Îbrahîm El-Xidir, Fadil El-Hîlal û Telal El-Receb".

Şervanan cenazeyê şehîd Mihemed di nava dirûşme û tilîliyên dayikan spartin axê.

ANHA

 


Mijarên Din