Cenazeyê şervanên QSD‘ê Munzur û Elaa hatin veşartin

Bi sedan şêniyên bajarokên Bisêra û Siwer ên gundewarên Dêrazorê cenazeyê şervanên QSD‘ê  Munzur El-Hisên (Fehed) û Elaa Ayid El-Elî  (Elaa) yên ku 8‘ê Çileyê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn li goristanê Şehîd Hanî El-Hesen a Bisêrayê veşartin.

DÊRAZOR

Girseya gel cenazeyan herdu şehîdan ji derketina bajaroka Bisêra wergirtin û bi kerwanekî ber bi goristana Şehîd Hanî El-Hesen ve bi rê ketin.

Li goristanê deqeya rêz hate girtin û ji hêla şervanên QSD û Erka Xweparastinê ve merasîma leşkerî hate lidarxistin.

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajaroka Bisêra Muna El-Ehmed axivî û rola şehîdan li dijî terora DAIŞ‘ê silav kir.

Muna anî ziman ku serkeftinên hatin qezenckirin berhemên kesa şehîdan e û soza şopandina rêya şehîdan da.

Piştre nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyê şehîdan di nava dirûşme û tilîliyên dayikan hatin veşartin.

ANHA


Mijarên Din