Cenazeyek ku ji derveyî herêmê hat di goristanek taybet de hate veşartin

Cenazeyê jinekê ku li derveyî herêmêna Bakur û Rojhilatê Sûriyê wefat kiriye, li goristana taybet de hate veşartin a ku Rêveberiya Xweser di çarçoveya tedbîrên hişyariyê li dijî Koronavîrûsê de diyar kiriye.

Îro cenazeyê jina bi navê Zeyneb Hisên a ku li Almanya ji ber nexweşiyên giran wefat kiriye, gihaşt Başûrê Kurdistanê û di deriyê Sêmalkayê re derbasî Rojava bû.

Cenazeyê ji hêla malbatê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Heyva Sor a Kurd ve hate wergirtina, di goristanek taybet de hate veşartin.

Rêveberiya Xweser çend roj beriya niha wekî tedbîrekê li dijî Koronavîrusê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hatibû gotin cenazeyên kesên ku ji derveyê herêmê tên, dê li goristineke tabyet li nêzî deriyê ku tê re derbas bûne werin veşartin. Rêveberiyê goristanek li herêmek nêzî gundê Kerbalat ê girêdayî gundên Koçerat li herêma Dêrikê diyar kir.

birayê jina ku wefat kirî, Ebdulselam Hisên spasiya Rêveberiya Xweser kir ji ber tedbîrên hişyariyê li dijî derketina Koronavîrûsê girtine. Her wiha spasiya Hêzên Asayîşê û Heyva Sor a Kurd kir ji ber ku barên veguhestin û defnkirinê hildan ser xwe.

Hevserokê Şaredariya Girê Şêra Lewend Qasim got: "Tevahiya kesên wefat dikin di deriyê Sêmalkayê re derbasî herêmê dibin di nav de qurbaniyên qezeyên trafîkê wê di vê goristanê de bêne defnkirin heya dema karantînayê bi dawî bibe."

 (şx)

ANHA


Mijarên Din