Cenazeyên 3 şehîdan li Reqayê hatin veşartin

Bi tevlîbûna bi sedan kesî cenazeyên 3 şehîdên Berxwedana Rûmetê li Goristana Şehîdan a li gundê Hikûmiya ya gundewarê bakurê Reqayê hatin veşartin.

Bi sedan kesî cenazeyê şehîdên Berxwedana Serdemê Hemo El-Casim, Elî Hisên (Girboz Reqa) û Hisên Hemdan (Goran Kobanê) bi merasîmeke girseyê li Goristana Şehîdan a li gundê Hikûmiya ya gundewarê bakurê Reqayê spartin axê.

Kerwanê derbestên şehîdan ku ji dehan wesayîtan pêk dihat, dema gihişt goristanê ji aliyê girseyeke qarbalex ve di nava dirûşmeyan de hate pêşwazîkirin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Bi navê meclisên xeta gundewarê bakurê Reqayê hevserokê Meclisa Til Semin Ebdulrehman axivî "Sûriya kaniya ku ku dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê çavê xwe berdanê. Lê bi saya şehîdên rûmetê wê dagirkerî di axa Sûriyê de nemîne."

Piştre nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Şêniyan cenazeyên şehîdan di nava dirûşme û tilîliyên dayikan spartin axê.

ANHA


Mijarên Din