Cenazeyên 4 şehîdan li Dêrikê hatin veşartin

Bi hezaran şêniyên herêma Dêrikê cenazeyên 3 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ku di şewata zeviyan de û şervaneke YPJ‘ê ku di encama nexweşiyê de şehîd bibûn li goristana şehîd Xebat spartin axê.

Endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Salih El-Mihemed, Mezin El-Abdullah û Eymen El-Zîyab di vemirandina şewata li zeviyên çandiniyê de û şervana YPJ‘ê Hêvda Bîrosî di encama nexweşiyê şehîd bûbû.

Bi hezaran şêniyên herêma Dêrikê, Koçerata, navçeya Girkê Legê û herêma Beravê cenazeyên her çar şehîdan ji nexweşxaneya şehîd Hogir a li bajarê Dêrikê girtin û bi kerwanekî ber bi goristana Şehîd Xebat ve bi rê ketin.

Li goristanê, merasîmê bi deqeyeke rêzgirtin û toraneke leşkerî ji aliyê YPG, YPJ, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Hawarî ve dest pê kir, paşê Hevserokê Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê Kenan Berekat axivî û wiha got: "Me teror têk bir, em ê di şerê agiran de jî biser bikevein, ew yek bi hêza gelê me ku çavên xwe ji bo parastina destkeftiyan vekirîne, pêk tê."

Berakat wiha dewam kir: "Şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê şoreşa berxwedanê ye û gavekê jê paşde nayê avêtin, heta ku serkeftin pêk tê."

Her wiha endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Heqî Botan axivî û keda gel û hêzên leşkerî di vemirandina agirê de silav kir û wiha got: "Ev karekên bisûc, hêza gel û hêzên me ku şerê terora herî mezin kirin, naşkîne."

Botan, destînşan kir ku felsefeya netewa demokratîk gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir yek û bang li gelê herêmê kir ku vê hevgirtinê xurt bikin. Botan  anî ziman: "Çawa em di şerê leşkerê de bi serketin em ê li hemberî kesên ku şerê simbilên me dikin jî bi serkevin."

Piştî ku axaftinan, nasnameya şehîdan ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê hate xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameya şervana YPJ‘ê Aryana Botan ku li Çiyayên Kurdistanê şehîd bûbû, eşkere kirin.

Malbatên Şehîdan teqez kirin ku ew ê li ser rêya şehîdên xwe bin û têkoşîna xwe mezin bikin.

Di nav têlîliyên dayîkan, herçar şehîd spartin axê.

(jo)

ANHA

 


Mijarên Din