Cenazeyên çeteyên ku li Serêkaniyê hatin kuştin, digihîjin Efrînê

Cenazeyê çeteyê bi navê Mistefa Reed ku bi dagirkeriya Tirkiyê re beşdarî êrîşên li ser Serêkaniyê bû, gihaşt gundê Qitmê yê kantona Efrînê ya dagirkirî.

Cenazeyê çeteyê bi navê Mistefa Reed ji çeteyên Sultan Mûrad ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker gihaşt gundê Qitmê yê kantona Efrînê. Çete di êrîşên li ser Serêkaniyê de hate kuştin.

Beriya çend rojan cenazeyên zêdetirî 15 çeteyên El-Hemzat, Sultan Mûrad û artêşa El-Şerqiyê yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker ku li Serêkaniyê û Girê Spî hatin kuştin, gihaştibûn Efrînê.

(jo)

ANHA


Mijarên Din