Girse cenazeyên şervanê Hêzên Xweparastinê Ehmed Medad û şervanê QSD‘ê Ehmed Ebdulcelîl (Zinar Raperîn)ên ku di çarçoveya Berxwedana Rûmetê ya bersivdayîna êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê de şehîd bûn ji ber avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a bajêr wergirtin û bi kerwanekî ber bi Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê ve ketin rê.
Kerwanê cenaze li goristanê ji aliyê sedan kesî ve hate pêşwazîkirin.
Merasîm bi deqeya rêzgirtin û turana leşkerî destpê kir. Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Ezîza Hisên axivî. Ezîza sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: "Em ji mirinê natirsin, ji destpêkê ve em ji bo azadî û rûmetê têdikoşin, em ê têkoşîna xwe berdewam bikin heta armancên şehîdan pêk bînin."
Bi navê hêzên leşkerî li bajarê Hesekê Salim Îbrahîm axivî û ev tişt anî ziman: "Hêzên me di parastina gelê xwe de berdewam in, roj bi roj îrade û israra me zêde dibe. Em xeta berxwedanê berdewam bikin heta hemû herêman ji dagirkeriya Tirk û çeteyên wê rizgar bikin. Em soz didin şehîdên xwe ku em ê xeta wan bişopînin."
Piştre nasnameyên şehîdan ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed ve hate xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameyên 6 şehîdên Berxwedana Rûmetê eşkere kirin, şervana YPJ‘ê Nesrîn Yûsif (Bêrîtan Serêkaniyê) şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Mehmûd Wegai (Mehmûd Hesekê), Îbrahîm Elî Hesen (Kamûran Cûdî), Mehmûd Şerîf El-Abdullah (Nîdal Hesekê) û Mehmûd Şemît (Kesar Hesekê).
Cenazeyên herdu şehdan di nava dirûşe û tilîliyên dayikan hatin veşartin.
ANHA