Cenazyên şehîd Esad û Beşar li Dêrazorê hatin veşartin

Şêniyên gundê Ebû Xeşeb ê rojavayê gundewarê Dêrazorê cenazeyên endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Esad El-Dexîl û şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Beşar El-Mehcûb ên ku dema erka xwe pêk dianîn şehîd bûne li Goristana Şehîd Xidir El-Hemada ya li gundê Ebû Xeşeb spartin axê.

Endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, nûnerên saziyên Rêveberiya Sivîl û bi sedan şêniyên Dêrazorê tev li merasîmê bûn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin li gel torenek leşkerî ji hêla şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk ve destpê kir. Piştre bi navên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Rêveberiya Sivîl a Dêrazor û Mala Jin û Malbatên Şehîdan hatin kirin.

Axaftvanan sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û pesnê fedekariyên şehîdan ji bo parastina axa xwe dan û soza şopandina rêya şehîdan heya pêkanîna ewlehiyê li herêmê dan.

Piştî bidawîbûna axaftinan şêniyan cenazeyan şehîdan di nav tililiyên dayîkan de û berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re veşartin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din