‘Çendî hewl bidin me qir bikin wê nikarbin me ji ola me dûr bixin‘

Bi boneya cejna Çarşemê Sor êzidiyên Efrînê serdana gorên şehîdên Berxwedana Serdemê li Şehbayê kirin û mûm pêxistin. Êzidiyan gotin "çendîn hêzên faşîst hewl bidin wan qir bikin, lê nikarin wisa bikin, dîroka Êzidiyan tijî komkujî û ferman in û hemû li ber vîna gel têk çûn."

Bi boneya cejna Çarşema Sor ango sersala Êzidî bi dehan Êzidiyên Efrînê yên ku li gund û kampên Kantona Şehbayê dimînin, vê êvarê li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehrezê kom bûn û mûm li ser gorên şehîdan vêxistin.

Girêdayî wê şêniyên Êzidî yên ku niha li Kampa Serdemê dimînin  ji ajansa me re axivîn.

Jina bi nav Zeyneb Marko got: "Ji gelek serdeman ve gelê Êzidî rastî ferman û komkujiyan tê. Herî dawî li ser destê çeteyên DAIŞ`ê yên girêdayî dagirkeriya Tirk li Şengal û Efrînê.  Hemû hewldanên wan ji bo tunekirina hebûn û çanda  vî gelî bû, lê nagihêjin serî ji ber ku em gelek xwedî vînek xurt in û bi yekrêzî li hember dijminan disekinin."

Zeyneb hedefgirtina artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê cih û şûnwarên dîrokî yên pîroz ên êzidiyan li Efrînê bi bîr xistin û got: "Ev kiryar wek sûcên der heqê gel û ol de tê hesibandin û guhertina demografiya herêmê armanc dike. Lê bila cîhan bizenibe ku em ê ayînên ola xwe pêk bînin û li ku derê bin em ê sersala xwe pîroz bikin."

Jina ciwan bi navê Arksîn Marko cejna Çarşema Sor li tevahiya gelê Kurd, Êzidî, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir. Arksîn destnîşan kir ku ew wek ciwan amadekariyên Çarşema Sor ji aliyê hunerî ve dikin, da ku tev li şahiyên ku dê bi vê mebestê li dar kevin.

Arksîn got, rê û rêbazên çi dibin bila bibin, ti kes nikare wan ji ayînên ol û çanda xwe dûr bixin.

Ji aliyê xwe ve Meryem Cindo bal kişand ku gelek alî bi rêya komkujiyan hewl dan şaristaniya Êzidî biçwesînin û çanda gelê Êzidî qir bikin û got, gel bi rêxistinkirina xwe li hember wan sekinî û komplo têk bir.

Meryem destnîşan kir ku ji amadekariyê şahiya sibe cejna Çarşema Sor komek zarokan perwerde dikin da ku berhemên xwe yên hunerî pêşkêş bikin. Meryem diyar kir ku pîrozkirina sersala Êzidî dûrî warên xwe ji hêzên faşîst re bersîv e, tekez dike planên wan nagihêjin serî û dê gelê Êzidî li gorî çand û ola xwe bijî.

Çarşema Sor ji kevntirîn cejnan di dîrokê de ye. Gelê Êzidî wê cejnê wek roja destpêka jiyanê, afirandin, avabûna erdê û temambûna biharê dihesbîne. Ev cejna her sal di Çarşema yekemîn de ji meha Nîsanê li gorî salnameya rojhilat tê pîrozkirin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din