CENTCOM: Mekanîzmaya ewlehiyê dê rê li pêşiya derketina DAIŞ`ê bigire

Fermandariya Navendî ya DYA`yê diyar kir ku domandina serkeftina mekanîzmaya ewlehiyê ew ê rê li pêşiya vejandina DAIŞ`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigire û got "Ew ê ji bo koalîsyonê û hevkarên me QSD`ê bala wan li ser binketina DAIŞ`ê be."

Fermandariya Navendî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (CENTCOM) li ser malpera xwe ragihand ku dê di vê hefteyê de civînek di navbera cîgirên Fermandariya Navendî ya DYA’yê (USCENTCOM) û Fermandariya Giştî ya Ewropa ya DYA`yê (USEUCOM) bi fermandarên artêşa giştî ya Tirkiyê li Enqereyê pêk were da ku mijarên sereke yên girêdayî pêkanîna mekanîzmaya ewlehiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîqaş bikin.

Dê fermandarê çekên asmanî ya DYA’yê Thomas William Bergison ku erka cîgirê fermandarê navendî ya DYA girtiye û cîgirê fermandariyaUSEUCOM’ê Stephen Tete dê di vê hefteyê de bi Tirkiyê re bicivin da ku desteka pêşerojê ji navenda çalakiyên hevbeş (CJOC) û çalakiyên sereke ku desteka pêşketina mekanîzmaya ewlehî û rêveberiya wê bike, nîqaş bikin.

CENTCOM’ê ragihand ku hevkarî û dan û standin di navbera DYA û Tirkiyê de, kilîta çareserkirina metirsiyên ewlehiyê ji Tirkiyê re li herêmê ye û wiha got: "DYA û Tirkiye bi hev re dixebitin da ku bi lez mekanîzmaya ewlehiyê pêk bînin û yekemîn dewre roja yekşemê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hat."

Her wiha CENTCOM’ê teqez kir ku domandina serkeftina mekanîzmaya ewlehiyê dê rê li pêşiya derketina DAIŞ`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigire û wiha got: "Ew ê ji bo koalîsyonê û hevkarên me QSD`ê bala wan li ser binketina DAIŞ`ê be."

(jo)

 


Mijarên Din