Çete hîcabê li jinên Girê Spî ferz dikin

Çavkaniyên ji hundirê kantona Girê Spî ya dagirkirî diyar kir ku komên çete lixwekirina hîcabê (çarşef) li jinan ferz kiriye û zimanê tirkî li gel ferz dikin, ciwanan direvînin, sivîlan bê kar dihêlin û nirxên kel û pelan bilind dikin.

Çavkaniyên herêmî ji ANHA`yê re diyar kir ku navçeya Silûkê wek herêmên din ên dagirkirî dîsa bi çanda çeteyên DAIŞ`ê re rû li rû ye, ji wan li Girê Spî, navçeya Silûkê, bajarokê Hemam ê Turkem ku çeteyên Cehhe El-Şerqiye lê zêde ne, hîcabê li jinan ferz dikin.

Tê zanîn ku Cebhe El-Şerqiye ji çeteyên ku di nava çeteyên DAIŞ`ê de bûn, pêk tê.

MALÊN KURDAN BI KIRÊ DIKIN

Çavkaniyan ragihand ku di çarçoveya binpêkirinên li dijî kantona dagirkirî de dikanên koçberan, nexasim ên Kurdan didin çeteyan û malbatên çeteyan an jî kesên keysbaz ên li Girê Spî.

Çete dihêlin beşekê bi kirê bidin komîteya aborî ya meclisa herêmî ya ku artêşa Tirk a dagirker li kantona Girê Spî ava kiriye.

XAPANDINA CIWANAN

Dewleta Tirk li Girê Spî bi dayîna pereyên zêde li hember tevlêbûna nava polîsên leşkerî ku komeke bi yekser girêdayî artêşa Tirk a dagirker e, ciwanan dixapînin.

Demek berê, artêşa Tirk a dagirker du beşên ku her beşek ji derdorê 500 kesên ku perwerdeyên leşkerî li bajarên Akçakale û Rihayê dîtibûn, pêk dihatin, mezûn kirin. Lê belê piştî ku kesên tev lê bûne bi derewên dewleta Tirk hesiyan, dest bi veqetîna ji nava refên wê kir. Heta niha ji sedî 70 kes ji nava refên wan veqetîne, her wiha kesên ku tev lê bûne, heta niha pereyên ku dihat payîn bistînin, wernegirtine û hemû kesên ku ji bo beşa sêyemîn ku dihat payîn bê vekirin, navên xwe qeyd kirine, vekişiyan.

REVANDIN, BIHABÛN Û BÊKARÎ

Li gorî çavkaniyan, çete bi ser malan de digirin û bê sedem sivîlan direvînin. Her wiha hemû pêdiviyên sereke yên jiyanê kêm in û buhayên tiştan pir bilind e. Her wiha bêkarî zêde bûye, ji ber ku çete tenê malbat û derdora xwe dixin kar û sivîl jî bê kar dimînin.

ANHA


Mijarên Din