Çete ji bo diziyê jinan dişînin malên efrîniyan

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bo diziya mal û milkên şêniyan, rêbazeke nû dimeşînin. Komeke jinên girêdayî Ehrar El-Şerqiye derbasî malan dibin û mal û milkên şêniyan didizin.

Dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê li Efrînê ku ji destpêka sala 2018`an ve dagirkirî ye, ji bo dizî û wêrankirina malên gelê Efrînê, hemû rêbazan bi kar tînin.

Di çarçoveya rêbazên ku dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê ji bo wêrankirin û diziya mal û milkên şêniyên Efrînê bi kar tînin, çavkaniyekî ji hundirê bajarê Efîrnê diyar kir ku komeke ji jinên girêdayî çeteyên koma bi navê Ehrar El-Şerqiyê ya artêşa dagirkeriya Tirk, di ser dîwaran re dikevin malên efrîniyan û diziya mal û zêrên wan dikin.

Çavkaniyê destnîşan kir ku piştî çeteyan gelek malbatên xwe li Efrînê bi cih kirin, jin bi hinceta serdana malên cîranan dikevin malan û zarokên malê penc dikin, paşê diziya malên wan dikin û derdikevin.

Tê zanîn ku li Efrînê di nava çend rojan de gelek kiryarên diziyê bi rêya wan jinan pêk hatin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din