‘Çete kesên ku li warên xwe vedigerin, qetil dikin’

Malbatek koçberên ji Serêkaniyê diyar kirin, dema artêşa Tirk Serêkaniyê topbaran kirin, ew an bi dehan sivîl li kolanan qetilkirî dîtin. Her wiha diyar kirin ku kesên vedigerin malên xwe ji aliyê çeteyan ve tên qetilkirin.

Ji ber êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetirî 300 hezar kes koçberî herêmên bi ewle bûn. Koçberan bang li dewletên cîhanê û rêxistinên mafên mirovan dikin ku dagirkeriyê û çeteyan ji xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê derxînin û garantiya vegera li malên wan  bidin.

Piştî malbat koçber bûn, berê xwe dan bajarên kantona Hesekê û Qamişlo, bajarê Reqa û hin herêmên din ên ku QSD`ê parastina wan dikin.Tê zanîn ku malbatên Serêkaniyê ji êrişên artêşa Tirk û bikaranîna çekên qedexekirî ji warên xwe derketin.

Koçber ji derdora kantona Hesekê berê dan navçeya Şedadê û di vê derbarê rêveberê Meclisa Sivîl a Navçeyê diyar kir ku li gund û navçeyê bêhtirî 150 malbatên koçber li wir bicihbûne.

Ji wan malbatên ku koçberî navçeya Şedadê bûne, malbata Emîna Dexîm(60) û ji gundekî Serêkaniyê ye wiha tîne ziman, topbaran dijwar bû û sivîl dikin armanc.

Emîna Dexîm bal kişand ser armanca dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji koçberkirina niştecihan û got, hewl didin malbatên çeteyan li malên me bi cih bikin û bi vê yekê demografiya herêmê biguherin.

Emîna got: “Dema artêşa Tirk bajarê Serêkaniyê topbaran dikir, ew bûne şahidên qetilkirina bi dehan sivîlan.”

Emîna axaftina xwe wiha domand: “Ji ber tirs û qetilkirinê malbat tenê bi cilên xwe derketine, em 5 malbat di malekê de dijîn, hêviya me ew e ku rêxistinên mirovî û dewletên cîhanê alîkariya me bikin.”

Di milekî din de Xalid Dexîm wiha amaje dike, dema ew li Serêkaniyê bûn, çeteyên artêşa Tirk bi navê"Artêşa Wetenî ya Sûrî"bi dehan sivîl qetil kirin.

Dexîm şahidekî êrişên artêşa Tirk wiha dibêje, kesên ji bo parastina mal û milkên xwe biryara mane li gund dan, çeteyan mal û milk wêran kirin, sivîl qetil kirin û xwedanên wan îşkence kirin.

Dexîm wiha axaftina xwe dewam kir, komên çeteyan depoya genim û dikên li bazarê wêran kirin, her wiha jenetorên li erda dizîn û ji bo erdên dewleta Tirk şandin.

Xalid Dexîm wiha got: “Ez bi hin hevalên xwe yên li Serêkaniyê re axivîm ji min re gotin, ji ber çete li bajêr in venegere, ji ber kesên li warên xwe vedigerin an wan qetil dikin an jî wan îşkence dikin.”

Di dawiyê de Xalid Dexîm bang li rêxistinên mirovî û dewletên cîhanê kir ku alîkariya wan bikin û wan li warên wan vegerînin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din