Çete li Kefer Nebûde bi pêş de diçin

Şerê dijwar di navbera hêzên rejîma Sûriyê û çeteyên Tehrîr El-Şam de li bejahiya Hemayê li “herêmên bêçek” didome. Çete bi dijwarî êrîş dikin, di encamê de li eniya Kefer Nebûde bi pêş de çûn. Rûsya û rejîmê jî gelek caran topbaran û bombebaran pêk anî. Çavkaniyan diyar kir ku balafirên Rûsyayê li Meret Naman komkujî pêk aniye.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku piştî saetên nîvro şerê dijwar li herêmên bêçek ji ber operasyoneke komên çete li bejahiya Hemayê didome.

Li Kefer Nebûde ya aliyê bakurê bejahiya Hemayê di navbera hêzên rejîma Sûriyê û çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam de şerekî dijwar didome.

Navenda çavdêriyê diyar kir ku çete li bajarok bi pêş de diçin û bi giştî xistine bin serweriya xwe. Ev yek jî piştî êrîşa dijwar, topbaran û bombebarana şevê din ku kesekî xwekuj bi erebeyeke bombebarkirî xwe teqand, hat.

600 caran topbaran û bombebaran pêk hat

Balafirên şer ên rejîma Sûriyê ji şevê din heta van kêliyan di nava 7 saetan de zêdetirî 32 caran Kefer Sicne, Hebît, Xan Şêxûn û derdora wê, Meret Herme, Mexir Hemam, Erîha, derdora Kerûma bombebaran kirin. Her wiha bi sedan caran li eniyên şer û herêmên nêzî wê her wiha herêmên Cebel Ekrad, Sehil Xab, Cebel Şehşebo, bejahiya başûr û bakurê Hemayê derbeyên bejahî pêk anîn.

Rûsya Ii Meret Naman komkujiyan pêk tîne

Girêdayê mijarê Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê diyar kir ku balafirên şer ên Rûsyayê li bajarê Meret Naman a bajahiya başûrê Idlibê komkujî pêk anî. Balafiran deverên ji herêma sûka gelêrî ya Kornîş a bajarê Meret Naman a bejahiya başûrê Idlibê bombeberan kir û komkujî pêk anî. Di encama wê de herî kêm 12 welatiyan jiyana xw ji dest da û 18 kesên din jî birîndar bûn.

Der barê topbarana bejahî de hêzên rejîma Sûriyê 530 carî herêmên ji bajarokê Kefer Zîta, Letamne, gundên Erbîn, Zekat ê bejahiya bakurê Hemayê, bajarok û bejahiya Şehrenaz, Sihêriye, Meydan Xezal, Dêr Sinbil, Hiwîce, Enkawî, Ziqûm, Deqma yê bejahiya bakurê rojavayê Hemayê, bajarê Xan Şêxûn, gundên Martimatir, Meret Herme, Ermenaya yê bejahiya başûrê Idlibê topbaran kirin. Her wiha çekdaran bajarokê Siqîlbiye yê bejahiya bakurê rojavayê Hemayê ku xiristiyan tê de dijîn, topbaran kir.

(bx)


Mijarên Din