Çeteyan 4 şêniyên Efrînê revandin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 4 sivîlên ji gundên navçeya Bilbilê ya Efrînê revandin û çarenûsa wan ne diyar e.

Çavkaniyekî herêmî ji ajansa me re ragihand ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker duh 4 sivîl ji gundê Qûta yê navçeya Bilbilê revandin.

Çavkanî navên çend kesên hatin revandin diyar kirin; Ebdilqadir Seydo (40), Beşîr Mihemed Seydo (24) û hevjîna wî ya 20 salî.

Heta niha çarenûsa wan ne diyar e.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker ev 2 meh û nîv e zêdetirî 400 welatiyên ji navçe û gundên kantona Efrînê revandine.

(jo)

ANHA

 


Mijarên Din

Erdogan dîsa gef xwar