Çeteyan 4 welatiyên ji Efrînê revandin

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker duh 4 welatiyên Efrînê revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin.

Çavkaniyên ji bajarê Efrînê diyar kir ku çeteyên El-Hemzat ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker, duh welatiyê bi navê Henîf (70) ji gundê Coqê yê bajarê Efrînê revand.

Her wiha çavkaniyekî ji navçeya Cindirêsê destnîşan kir ku çeteyên dagirkeriya Tirkiyê duh 3 ciwanên ji navçeyê revandin. Ciwanên hatine revandin, navên wan wiha ne: Mistefa Xêro Mamkîlo ji gundê Aşka, Mihemed Remzî Xelîl ji gundê Ceh Hesna û Ebdo Mistefa Mihemed ji gundê Xalta.

Heta niha çarenûsa wan ne diyar e.

(jo)

ANHA


Mijarên Din