Çeteyan 7 şênî ku di nav de jinek jî heye, revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker duh 7 şênî ku di nav de jinek jî heye, ji navçeyên Şiyê û Cindirêsê yên Efrînê revandin.

Çavkaniyên herêmî ji ajansa me ANHA`yê re diyar kir ku çeteyên El-Hemzat ên artêşa Tirk a dagirker şêniyekî êzidî bi navê Êzdîxan Arif Hiso (32) ê ji gundê Feqîra yê girêdayî Cindirêsê revand.

Her wiha çeteyên Ehrar El-Şerqiye şêniya bi navê Sîran Mistefa Reşîd hevjîna Henan Xelîl Cindo û şêniyê bi navê Bawer Xelîl Cindo yên ji gundê Meskê yê girêdayî navçeya Cindirêsê revandin.

Li navçeya Şiyê jî, çeteyên Sultan Selman Şah ku bi navê (El-Emşat) têne naskirin, welatiyê bi navê Elî Arif Hemîd ê ji gundê Çiqilê, revandin.

Her wiha çeteyên Muntesêr Billah ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker 2 şêniyên bi navê Ismayîl Kor Seydo û endezyar Ehmed Mixtar Seydo ji navçeya Şiyê revandin.

Çavkaniyan diyar kir ku kesên hatine revandin, ber bi cihekî nediyar ve hatine birin.

(jo)

ANHA


Mijarên Din