Çeteyan gundê Boraza û Şêyûx topbaran kir

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Boraza û Şiyûx ên rojavayî Kobanê topbaran kir. Di encama wê de ziyanên madî di mal û milkên şêniyan de çêbûn.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê sivîlên ku li herêmên di navbera dagirkeran û herêmên rêveberiya xweser de dikin hedef.

Çavkaniyên herêmî ji gundewarên bajarê Kobanê diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji bajarê Cerablusê du topên hawanê ber bi gundê Boraza û navenda navçeya Şiyûx a li ser qiraxa rojhilatê çemê Firatê li beramberî herêmên dagirkirî, ve avêt.

Çavkanî destnîşan kir ku di dema herêm dihat topbarankirin li aliyê beramberê wê jî tevgera leşkerî ya çeteyên girêdayî Tirkiyê hebû.

Li gorî çavkanî ku topbaran di saet 12:00`an de pêk hat û di encama wê de tenê ziyanên madî gihîşt zeviyên cotkaran.

(bx)

ANHA


Mijarên Din