Çeteyan li Babê êrişî xwepêşandêran kirin, kuştî û birîndar hene

Çeteyên dagirkeriya dewleta Tirk Tirk guleyên zindî û gazê rondikrêj bi ser xwepêşandêran li bajarê Babê ya dagirkirî reşandin, hat ragihandin qurbanî hene.

Piştî rêze teqînan, kiryarên revandinê û rewşa ewlehiyê ya xirab li bajarê Babê ya dagirkirî, şêniyên bajêr daketin qadan.

Şêniyan silogana `` Hilweşe rejîma Erdogan`` qîr kirin û berê xwe dane navenda bi navê ``Polîsê Leşkerî``, lê çeteyên girêdayî dagirkeriya Tirk  guleyên zindî û gaza rondikrêj li wan reşandin.

Çavkaniyên xwecihî ji ANHA`yê re ragihandin di encama êrişa li dijî xwepêşandêran de, kuştî û birîndar hene.

Heman çavkaniyan diyar kirin ku welatiyê bi navê Mehmûd Siker ê 38 salî yekser bi guleyên çeteyan jiyana xwe ji dest da, welatiyê bi navê Xalid Mihemed ê 35 salî jî birîndar bû.

Çavkaniyên ji hundirê Babê diyar kirin ku rewşa bajêr bi giştî tevliheve û xwepêşandan û nerazîbûna şêniyan li qadan berdewam e.

Çavkaniyan dane xuyakirin ku kesên rû girtî gule li gel reşandin.

(rr)

ANHA


Mijarên Din