Çeteyan li bakurê Helebê leşkerên dagirkeriya Tirkiyê girtin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê tekez kir ku tevliheviyek li deriyê Bab El-Selamê yê sînorê bi Tirkiyê re rû dide, ew yek ji ber nakokiya di navbera çeteyên bi navê Lîwa El-Fetih û komeke ji çeteyên girêdayî Cebhe El-Şemiyê de pêk tê. Di encamê de çeteyên Lîwa El-Fetih leşkerên artêşa Tirk tevî panzêra wan girtin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku çeteyên Lîwa El-Fetih panzêrek û leşkerên dagirkeriya Tirkiyê li deriyê Bab El-Selamê girtin, di demekê de ku derî hate girtin û çûn û hatina ji Tirkiyê li xaka Sûriyê rawestiya.

Navendê diyar kir ku heta niha sedema nakokiya di navbera her du aliyan de nehate zanîn, lê teqez kir ku komek ji polîsên leşkerî yên Tirkiyê gihaştin wir, da ku nakokiyê çareser bikin û leşker û panzêra Tirkiyê xelas bikin.

 


Mijarên Din