Çeteyan li Efrînê 2 zarok û 5 sivîl revandin

Çeteyên Lîwa Semerqend ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker 7 sivîl, di nav de 2 zarok, ji bajarê Efrînê yê dagirkirî revandin. Çavkaniyan destnîşan kir ku ji ber îşkenceyê rewşa kesên revandî ne baş e.

Komên çeteyên artêşa Tirk a dagirker ji dema dagirkirina kantona Efrînê ve rojane şêniyan direvînin.

Çavkaniyên ji bajarê Efrînê ji ANHA`yê re ragihand ku çeteyên Lîwa Semerqend a girêdayî artêşa Tirk a dagirker beriya du rojan 7 welatî, di nav de 2 zarok, ji Gundê Mezin ê navçeya Şêrawa ya Efrînê revandin.

Li gorî çavkaniyan navên kesên revandî wiha ne: Ehmed Ezîz û kurê wî Xalid Ezîz, Ebdulkerîm Hemade û kurê wî Rêzan Hemade, Nîzar Şikrî Çîlo. Her wiha navên her du zarokan nehatin zanîn.

Çavkanî diyar kir ku rewşa Xalid Ezîz kurê Ehmed Ezîz ne baş e û ew rakirin nexweşxaneyeke Efrînê. Her wiha rewşa Ebdulkerîm Hemade yê 65 salî ji ber îşkenceyê krîtîk e û di nav nivînan de ye. Hemade qebûl nake biçe nexweşxaneyên dagirkeriyê ji bo ku were dermankirin.

Heman çavkanî îşaret pê kir ku çeteyên Lîwa Semerqend ji wan welatiyan xwest biçin vîllaya Ehmed Şefîq Yusif li gundê Rûta yê navçeya Mabatayê ya ku çeteyan veguherandiye navenda lêpirsînê, bi hinceta ku vîllayê ji gihayên bizirar û çopê paqij bikin. Lê dema welatî daxwaza çeteyan red dikin, tên revandin.

Çavkaniyan bi bîr xist ku kesên revandî ji bo ku serbest werin berdan, fîdye dan.

(şx)

ANHA


Mijarên Din