Çeteyan li Efrînê 400 darên zeytûnê birîn

Binpêkirinên çeteyên artêşa dewleta Tirk a dagirker li dijî şêniyên kantona Efrînê berdewam dikin. Çavkaniyên ji hundirê Efrînê ragihand ku çeteyan nêzî 400 darên zeytûnê birîn.

Çavkaniyên ji hundirê kantona Efrînê diyar kir ku çeteyên dagirkeriyê gelek darên zeytûnê yên şêniyên gundê Kefircenê yê navçeya Şera birîn.

Heman çavkaniyan anî ziman ku komek ji çeteyên bi navê Lîwa El-Weqas nêzî 400 darên zeytûnê yên gundên Senarê û Hêkêçe yên navçeya Şiyê jî birîn ku temenê hin ji wan daran zêdetirî 40 salî ye.

Çavkaniyan eşkere kir ku ji wan darên çeteyan birîne; 70 darên zeytûnê yên Hesen Sebrî ji gundê Senarê, 50 darên zeytûnê yên Luqman Qazirqlî Dalo ji gundê Hêkêçe, 40 darên zeytûnê yên Mistefa Mihemed Hesen ji gundê Hêkêçê, 100 darên zeytûnê yên Welîd Suleyman Îbrahîm ji gundê Hêkêçê û 150 darên zeytûnê yên Mihemed Suleyman Îbrahîm ji gundê Hêkêçe ne.

Dewleta Tirk dagirker bi vê yekê hewl dide demografiya herêmên dagirkirî bi rêya neçarkirina şêniyan a hiştina malên xwe û desteserkirina milkiyetên wan, biguherîne. Li gorî serjimariyên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ji destpêka dagirkirina dewleta Tirk a Efrînê tevî çeteyên xwe, zêdetirî 10 hezar darên zeytûnê birîne.

(fr)

ANHA


Mijarên Din