Çeteyan li Efrînê ciwanek revand û kuşt

Binpêkirinên çeteyên artêşa Tirk ên li dijî gelê Efrînê roj bi roj zêdetir dibin. Çeteyan ciwanek ji taxa Eşrefiyê revand û hate zanîn çeteyan piştî revandinê ciwanê bi navê Hozan kuştiye.

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker binpêkirinên xwe yên li dijî şêniyên Efrînê roj bi roj zêdetir dike. Çavkaniyên ji Efrînê ragihand ku duh koma çete ya bi navê Lîwa Weqas li navçeya Şiyê ciwanekî Kurd bi navê Şiyar Alîko (35) revand.

Çeteyên bi navê Cebhe El-Şamiye jî îro li navenda bajarê Efrinê ciwanê Kurd ê bi navê Hozan ê ji taxa Eşrefiyê revand û kuşt. Li gorî agahiyên berdest koma çete piştî kuştinê, malbeta Hozan tehdît kiriye.

Her wiha duh li navçeya Şera gundê Sarincekê koma çete ya bi navê Siqur El-Şemal hin welatî revandin. Hat zanîn ku navê kesekî revandî Mistefa Kemal Mistefa ye, lê welatiyê din ên ku hatin revandin, navên wan nehat zanîn.

(ekîb)

ANHA


Mijarên Din