Çeteyan li Efrînê daristanek şewitand

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker gelek daristanên gundên kantona Efrînê ya dagirkirî şewitandin. Her wiha berhema simaqê ya şêniyan desteser kir.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûriyê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên herêmî, çeteyên Sultan Murad ên artêşa Tirk a dagirker daristana gundê Berava yê navçeya Şera ya kantona Efrînê şewitand.

Artêşa Tirk a dagirker bi zanebûn agir bi daristanan dixe da ku sûcên çeteyên Sultan Murad ên ku piraniya daristanê qut kirine, binixumîne. Her wiha qaşo foca agirkujiyê ya girêdayî dagirkeriyê jî heye, lê piştî ku rûberên fireh ji daristanê şewitîn, mudaxele kir.

BERHEMA SIMAQÊ YA ŞÊNIYAN DESTESER KIRIN

Li aliyekî din çavkaniyekî taybet ji Efrînê ji Rêxistina Mafên Mirovan re da zanîn ku çeteyên Semerqend bi serkêşiya Ebû Cîhad ê ku di vê dawiyê de ji Lîbyayê vegeriyaye, hilberîna simaqê ya şêniyên gundên Remedana, Rûta, Hec Hesna, Hec Qasim û Dela desteser kirin û bi rêya mixtarên gundan firotin kesê bi navê Azad Sebrî. Çeteyan bi hinceta dan û standina bi Rêveberiya Xweser re, nehişt şêniyên wan gundan simaqê berhev bikin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din