Çeteyan li Efrînê sivîlekî din revandin

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker ciwanek ji gundê Enqlê yê navçeya Şiyê ravandin û li beramberî serbestberdanê fidiye ji malbatê xwestin.

Çavkaniyekî taybet ji hundirê Efrînê ji ANHA‘yê re diyar kir ku çeteyên koma navê Lîwa Seed Bin Ebû Weqas li xwe dikin a girêdayî artêşa Tirk a dagirker  beriya sê rojan ciwanê bi navê Bekir Bin Hecî Ehmed ê 23 salî revandin.

Çavkaniyan dan zanîn ku Bekir ji gundê Enqlê yê navçeya Şiyê ye, çeteyan li beramberî serbestberdana wî hezar dolar ji malbata wî xwestiye.

ANHA

 


Mijarên Din