Çeteyan li Efrînê welatiyek qetil kir

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker welatiyekî efrînî ku mala xwe diparast û nehişt were talankirin, îşkence lê kir û paşê serjê kir.

Çavkaniyekî ji bajarê Efrînê ji ANHA‘yê re ragihand ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker hewl da ku mala şêniyê bi navê Mihyedîn Oso yê li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê talan bikin.

Çavkanî diyar kir ku Mihyedîn Oso li ber xwe da û nehişt mala wî were talankirin û got li ser vê yekê çeteyan îşkence li wî kir û bi kêrê serjê kir.

Mihyedîn Oso ji gundê Qetmê yê navçeya Şera ya kantona Efrînê ye û ji zû ve li bajarê Efrînê bi cih bûbû.

ANHA


Mijarên Din